Daxuyniya hevpar a Xwendekarên Zanîngeha Peyama Nûr a Merîwan û sinê seva vegohastina Çalakên Xwendekarî

15:03 - 3 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Xwendekarên Zanîngeha Peyama Nûra a bajarên Merîwan û Sinê seva vegohastina 3’ê çalakên xwendekarî daxuyaniyek bilav kirin û kiryara han mehkûm kirin û xwastin ku dawî bi bi hûkmê vegohastina wan xwendekaran bûn.

Heyamek beriya niha 3’ê xwendekarên Kurd yê Zanîngeha Merîwanê bi navên: Ezîz Tazîk,xwendekarê zanistên civakî û endamê desteya rêveber a navenda çandî û huneriya “Vejîn”,Dana Lencawayî xwendekarê mihendisiya kiştûkalê û Jiyar Silametiyan xwendekarê “Maf”bi biryara rasterast a Îdareya Îttlata Îranê bo zanîngeha Sinê hatin dûrxistin.

Nusxeyek ji vê daxuyaniyê ku gihîştiye destê Kurdpa,ê û em dê parek ji vê daxuyaniyê wek xwe bilav kin:

Bandora xwendekaran li gorankariyên dîrokî li cîhanê de gelek berçav bûye û xwendekaran kariye cûda ji lêgerîna zaniest û ramyariyan,bibe bi dengekî nerazî û bandor daner li hember sîstim û saxtarên ku mafên mirovan binpê dikin.

Helvêsta xwendekaran li hember deshilatdaran bûye sebeb ku hemû deshilatek ji wan bitirse û jibo manva xwe wan bixin bin çavedêriya xwe.

Bi kuntrol û ezyet û azar û destbiserkrin û vegohastina wan jibo ciheke din û bêpar kirina wan ji xwendinê,bizava xwendekarî tepeser û bêdeng rabigirin û xwendekar jî tenê lêgereke zanistê ê kure be û li hember her bizavekê ku zext û zolmê li civakê dike, bêdeng be.

Her seva vê yekê em xwendekarên zanîngehên Peyama Nûr a Merîwan û Sinê,jibilî mehkûm kirina hûkmê vegohastina wan Sê çalakên Xwendekarî ên zanîngeha Peyama Nûr a Merîwanê jibo zanîngeha Sinê,daxwaza xelasbûn û hilvişandina dest bi cê a hûkmê wan xwendekarane ne û daxwazê dikin kiryarên han li xwendekaran bihên dûrxistin ku dibin sebebê mandî bûn û dûr kevtina xwendekaran li xwendinê û bê hêvî û mandî dike û daxwazê dikin ku dengê nerazî ên xwendekaran wek şunasea bizava xwendekarî ji aliyê Komara Îslamîve bihê naskirin.
20712/12/13 Kurdî