Daxuyaniya Rêkxistina Mafê Mirova Kurdistanê li derheq binçav kirina Welatiyên Kurd

13:49 - 11 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Rêkxistina Mafê Mirova Kurdistanê di daxuyaniyekê de daxwaza azad kirina girtiyên wan dawiyane ê Kurd li herêma Kurdistana Îranê kir.

Rêkxistina Mafê Mirov a Kurdistanê di daxuyaniyê de xemabrbûna xwe li hember hatine pêşa rewşa niha nîşan da û daxwaz ji karbidestên dewletî kir wan kesane serbest berdin.

Nusxeyek ji vê daxuyaniyê ku gihşîtiye ajansa kurdpa, wek xwe tê bilav kirin:

li dirêjiya girtin û binçav kirina Rojnamevanan li herêmên cûda cûda ên Îranê li heyamê bihurî de, şopek ji wan girtinan li herêmên Kurd akincî yên Îranê girtewe û hejmarek berçav ji welatiyên kurd wek: Rojnamenivîs, Çalakên Mafên Mirovan,Jinan, Kedkaran, Xwendekaran û Hunermendan di heyamê bihorî de li bajarên Sinê,Mihabad, Nexede, Şino û Pawê hatin binçav kirin.

di wî heyamî de Xusro Kurdpûr,Mesûd Kurdpûr, Kêyhan Ezîzî,Davud Xefarî,Wefa Qadirî, Xalid Husêynî, Bêhzad Fereculahî, Hamîd Mehmûd Nijad,Qasim Ehemdî, Resul Xizir Mirovet, Ferzad Samanî, Faroq Samanî,Menuçêhr Pûrdil,Muxtar Ehemdî, Bextiyar û Ferdîn Resulî, Yasir Kakayî, Kêyvan Şêyxî,Kamiran Usmanî, Şehab Ehemdî, Qadir Dastan,Rehîm Fituhî û Babek Ebasî hatine girtin.

li gor dawîn nûçe û zaniyariyan ev girtiyane heta niha di hepsa de ji aliyê hêzên Îttlatî li bin lêpirsînê dene û dirêj bûna rewşa han dilgiranî ji aliyê malbatên wan li ser rewş û çarenivîsa zarokên wan çêkiriye.

Em wek Rêkxistana Mafê Mirovan a Kurdistanê jibilî nîşandana nîgeranî û xembarbûna xwe li hember rewşa niha, lêpirsîna hevce jibo dosyeya wan girtiyan dikin û daxwazê ji karbidestên dewletî diken ku wan kesane serbest berdin.

Rêkxistna Mafê Mirovan aKurdistanê
Duşem berwar 11’ê Adara 2013’an