Daxuyaniya 6 Rêkxistinên Mafên Mirovan li derheq hilbijartina Serokkomariyê li Îranê de

16:15 - 3 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: 6 Rêkxistinên Mafê mirovan li Îranê de li derheq devra 11’an a hilbijartinên Serokkomariyê li Îranê de daxuyaniyek hevpar bilav kirin.

Li parek a vê daxuyaniyê de hatiye:Komara Îslamiya Îranê li heyamê 34 salên bihurî de bê baweriya xwe bi dêmokrasî û hilbijartinan bi cîhana derve daye îsbat kiri û bi berdewamî ji aliyê rêkxistinên navdewletî hatiye mehkûm kirin.

6 saziyên han di pareke din a vê daxuyaniyê de dibêjin: Li gor vê yekê ku li sîstema Komara Îslamiya Îranê de hebûna wilayeta feqîh û navendên ser bi vê wilayetê û her wisa Şivra Nîgehban, tenê mafê kandîdatoriyê bi çend kesan dide û ji aliyek din li gor madeya 12 û 115 ya yasaya bingehîn a Komara Îslamiya Îranê tenê bavermendên ol û mesebê fermî yê Îranê ku mesebê Şîe ye, mafê xwe berbijêr kirinê bo posta serokkomariyê hene ku li gor vê yasayê hemû bavermendên ol û mesebên dinê li Îranê de ku parek berçav a rûniştiyên Îranê pêk tînin,tê binpê kirin.

Her di vê pêywendiyê de li heyamê 34 salên bihurî de komara Îslamiya Îranê, jin ku nîweya heşîmeta civakê pêktînin li mafê xwe berbijêr kirinê bêpar kirine.

Li para dawîn a vê daxuyaniya hevpar de hatiye: Em wek 6 Saziyên bervanîkarê mafê mirovên Kurd, Pirosesa hilbijartinên Serokkomariya Îranê bi pîlanek darêjtî û şanoyek nadimokratîk dizanin û li ser vê baveriyêne ku pişikdarî kirin li hilbijartinan de netenê xwezî û mafê welatiyan bicih naîne,belkû pejirandina hilbijartinên nademokratîk û bernamerêjî kirî ya Komara Îslamiya Îranê ye.

Komîteya Kurdên Akinciyê Amerîka bo demokrasî û mafê mirov li Îranê
Kampayna berevanî ji girtiyên siyasî û sivîl yên Kurd
Rêkxistina Mafê mirovên Kurdistanê, Komîsiyona Ewropa
Komeleyî Mafî mirovî Kurd-Ewropa
Rêkxiravî mafî Jinanî Kurd
Kurdo Sayd (Çak)