Daxuyaniya 5’ Komeleyên Ferhengî yên bajarê Merîwanê seva roja Cîhaniya Zimanê Dayikî

15:24 - 20 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: 5 Komeleyên Ferhengî yên bajarê Merîwanê li daxuyaniyekê de jibilî blind nirxandina roja Cîhaniya zimanê dayikî, xwazyarê bika anina zimanê Kurdî wek zimanên dayikî yên din, li hemû qonaxên jiyanê û bi taybetî li Perwerde û barînanê de li qutabxane û zanîngehan bûn.

Nusxeyek li vê daxuyaniyê ku gihîştiye ajansa kurdpaê wek xwe tê bilav kirin:

Hebûna û hestên mirovan girêdayi bi zimane.
Erkê sereke ê ziman , çêkirina pêywendiya zimanî û nivîskî ya mirovane. Zimanê dayikê bingeha piraniya mirovan li yekemîn rojên jiyana wan deye,kesayetiya xwe li ser vê bingehê dadimezirînin.

Zimanê dayikê,xîmê şunas û kesayetiya takên naw civakê deye. Li pêvajoya bi Cîhanî bûnê zor zimanên Cîhanê kevtine ber gefa linavçûnê û ew metirsiye li ser zimanan bi dûr niye.

Zimanê Kurdî wek hêmayek mirovî û yek ji kevintirîn zimanên herêmê pêdivî bi xebatek berdewam bo parastinê û berfireh kirinê heye.
Em tewî pîrozbahiya 21’ê Şibatê , roja Cîhaniya Zimanê Dayikî ,dibe zimanê Kurdî jî wek zimanên din, di hemû qonaxên jiyanê de û bi taybetî li perwerde û barînanê li qutabxane û zanîngehan bihê bikar anin.

Îsal 21’ê Şibata 2013’an , Roja Cîhaniya Zimanê Dayikê beraber bû tewî 3’ê Reşemê.

Komeleya Ferhengî û huneriya Wejîn
Komeleya Ferhengî û huneriya Edîbê Merîwan
Komeleya Ferhengî û Wêjeyi a Zirêbar
Komeleya Ferhengî û Wêjeyi a Haya
Komeleya Ferhengî û Wêjeyi a Ronan