Dawî bi murexesiya Hadî Tenûmend hat

16:35 - 30 Kanûna pêşîn 2020

Roja Duşemî 8ê Befranbarê, “Hadî Tenûmend”, çalakvanê kedkarî, piştî bi dawîhatina heyama murexesiya wî wegeriya bo girtîgeha bajarê Bokanê.

Ew çalakvanê kedkarî, Sermaweza îsal piştî belavbûna vîrûsa Koronayê ji girtîgeha bajarê Bokanê hatibû murexesiyê.

Roja Şemî 19ê Rêbendana sala 1398an, ew endamê komîteya hevahengî bo pêkanîna saziyên kedkarî, bo derbaskirina 42 meh girtîgeha teizîrî, bo girtîgeha bajarê Bokanê hatibû veguhastin.

“Hadî Tenûmend”, rêkevta 26ê Cozerdana sala 1391an, tevî 57 kesên endamên komîteya hevahengî bo pêkanîna saziyên kedkaran di kora giştî ya salane ya wê komîteyê de, li bajarê “Kerec”ê hatibû binçîavkirin û piştre bo girtîgeha “Recayî Şehr”ê hatibû veguhastin.

Ew çalakvanê kedkarî, piştî azadkirina wî ji girtîgeha “Recayî Şehr” a bajarê Kerecê, bi tohmeta “endambûn li komîteya hevahengî û piropagende li dijî nizamê” hatibû dadgehîkirin û bi 42 meh girtîgeha teizîrî hatibû cezadan.