“Daryûş Mêhdîzade” piştî derbasbûna 68 rojan bi danîna barimteyê hat azadkirin

19:21 - 8 Tebax 2022

Roja Çarşemî 12`ê Gelawêjê, “Daryûş Mêhdîzade” welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Kamêranê bi danîna barimteyê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê, hat azadkirin.

Ew welatiyê Kurd, bi danîna barimteyê heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatiye azadkirin.

“Daryûş Mêhdîzade” di heyama binçavkirina xwe de, ji mafê destpêregihîştina bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Ew welatî di meha Cozerdanê de, bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

“Daryûş Mêhdîzade” xîzandar û bavê zarokekê ye.

Navbirî pêş binçavkirinê li yek ji ajansên rêwîtiyê yên bajarê Kamêranê mijûlî kar bûye.

“Daryûş Mêhdîzade” kurê Nesrullah û xelkê gundê “Palingan” a girêdayî bajarê Kamêranê ye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê Kurd hatine sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.