Darvekirina 5 girtiyên Kurd li Qizilhisara Kerecê

14:05 - 15 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Beriya niha bi du rojan, ji wan 5 kes Kurd 13 zindaniiyên Îranî li hepsa Qizilhisara Krecê, ji aliyê karbidestên hikûmeta Îslamiya Îranlê ve hatin daliqandin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, berbanga sibeha roja duşemî bervar 13`ê nîsana 2015`an, 5 hemwelatiyên Kurd li Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê, piştî hevdîtina bi malbatên wan re hatin îdam kirin.

Nasnameya yek ji wan kesên hatî darvekirn, Talib Nebîzade kurê Rehîm hatiye ragihandin ku xelkê gundê Kelereşa Şipîranê a ser bi Selmas (dîleman) a rojhilatê Kurdistanê bû.

Her li ser vê pirsê roja şemî (11`ê nîsanê) 20 kes bo darvekirnê bi odeyên tenê kesî hatibûn veguhestin ku hukmê 13 kes ji wan hat cî bi cî kirin.
\"25980.jpg\"
Merasîma defin kirina Talib Nebîzade
Tê gotin ew 13 hemwelatiyên hatinî darvekirin bi tometa bazerganî kirin bi madeyên hişber hatibûn mehkûm kirin ku piştî vê yekê ew hukim ji aliyê Konseya Bilin a wî welatî ve hat pejirandin, birêve çû.

Nûçegihaniya “Herana” nasnameya wan 5 kesan ku bi jorên takekesî hatibûn veguheztin, Mensûr Xulamzade, Riza Qurbanî, Mehmûd Melekî, Ehmed Melekîzade û Hemîd Ferecî ragihand.

Wê çavkaniyê amaje bi vê yekê jî kir; 8 kesên din jî li Qizilhisara Kerecê hatin îdam kirin.

Herwiha çavkaniyeke agah li Kereca Îranê ragihan: Duh 19 kesên din jî li zindana wî bajarî hatin îdam kirin.

Wê jêderê di dawiyê de îşare bi vê yekê jî kir ku îro jî, 16 kesên din li zindana Kercê hatin daliqandin.