Darvekirina 31 welatiyên Îranê li heyamê 3’ê rojên bihûrî de

13:52 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Li heyamê 3’ê rojên bihûrî de 31 welatiyên Îranî li 2 zîndanê Recaî Şehr û zîndana navendiya bajarê “Bem”a ser bi parêzgeha Kirmanê hatine darvekirin.

Sibêdeya roja 2’ê Tîrmeh ,21 welatiyên Îranî dinava girtîgeha Recaî Şehr ya bajarê Kerecê û bi biryara dezgeha dadwerî ya Komara Îslamiya Îranê hatine darvekirin.
Nûçegihaniya mafê mirov ya Îranê”Hêrana”li nûçeyekê de bilav kir, roja çarşemiyê berwar 2’ê Tîrmeh 4 welatiyên dine li zîndana Recaî Şehr ya Kerecê hatine darvekirin.

Ji aliyek din, berpirsyarê giştî yê serdozgeriyên parêzgeha Kirmanê bilav kir, sibêdeya roja Pêncşemiyê berwar 4’ê Tîrmeh, 6 welatiyên dine yên Îranî bi sûça alwêra madeyên hişber li zîndana navendî ya bajarê Bem,ê hatine darvekirin.

Li gor amara tomar kirî li navenda amara Kurdpa li heyamê 13’e rojên bihûrî de 45 welatiyên Kurd bi tawanên cûr bi cûr li Îranê de hatine darvekirin ku hukmê 5 kesan li berçavê xelkê birêve çûye.

li heyamê 13’e rojên bihûrî de 4 welatiyên dine yên Kurd bi biryara dadgeha Komara Îslamiya Îranê bi darvekirinê hatine mehkûm kirin.
Ew amara bi pişt girêdan bi amara ajsna kurdpa tê bilav kirin û dibe ku amara rastîn li vê yekê pitir be.