Daristan û Zozanên 3’ê herêmên Merîwanê dinava pêlên agir de şewitîn

15:27 - 29 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Bi agir berdana daristan û zozanên 3’ê herêmên din yê Merîwanê,amara agir berbûnê li du bajarê Merîwan û Sewlava gihîşte 29’ caran.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Înê berwar 28’ê Hezîranê daristan û zozanên gundên”Reşedê”, “Kanî Dînar” û her wisa taxa “Tazava”ya Merîwanê ji aliyê hin kesên nenaskirî hatin şewitandin.

Bi gotina yek ji endamên encumena Sewiz Ya Çiya,Agirê gundê “Reşedê”pitir ji 4 hêktar ji daristan û zozanên vî gundî li navbiriye.

Endamê encumena Sewiz ya Çiya got ku hemû ew agirane ji aliyê endam û aligirên encumena Sewiz ya Çiya hatine kontrol kirin.

Her li vê pêywendiyê de gelê herêmê bi berdewamî basê vê yekê dikin ku ew agirane ji aliyê Sipaha Pasdarên Îranê û bi awayek bernamerêjî kirî tên encam dan û armanca wan têkdana xwezaya Kurdistanê ye.

Encumena Sewiz ya Çiya , navendek ne hikûmiye û ji aliyê xelkê herêmê jibo parastina jîngeh û xwezaya herêmê hatiye ava kirin û zaf caran ji aliyê hêzên dewletî rû bi rûyê zext giwaşan dibin.

Li heyamê salên bihûrî de zaf ji endamên vê encumenê ji aliyê hêzên dewleta Îranê hatine girtin.