Danîna kamêrayê çavdêriyê li ciyên giştî li şarê Pawê

13:48 - 13 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: hêzên hukûmeta islamiya Îran li şarê Pawê çendîn kamêrayê çavdêriyê bi maina “ Terh ê Kontrol ê Tirafîk” ê danîne.

Gorekî nûça gihîşti bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, hêzên asayişa hukûmeta islamiya Îran, çendîn kamêrayên çavdêriyê li ciyên giştî yên şarê Pawê bi taybet li meydana Molewî danîne.

Bi gotina welatiyên şarê Pawê, danîna wan kamêrayan li wan ciyane pêwîst nebûn, ber hindê ku ew cî zor kêm qerebalix û tirafîkê jê çêdibe.

Welatî awira wan ewe, ew kamêrane, şarê Pawê ji wê hindê ku heye zêdetir ber bi tundiya kontrolê dibe û bi vê rewşê dixwazin bizivînên xelkê kontrol bikin.

Serekaniyik agadar bi ajansa Kurdpa ragihand, ew kamêrane bi forma rasterast filmên ku digirin bi sentera kontrol kirinê didin.

Her ç qas ku awirên cida ser danîna wan kameraneyan heye, lê gorekî lêkolînan û awirê welatiyan, ew kamêrane pitir bi amanca rûberû bûn tev protestoyên welatiyên li şar û nas kirna wan tên damezrandin.
\"15983.jpg\"

\"15984.jpg\"

\"15982.jpg\"