Dana Semedî bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:37 - 24 Şibat 2021

Roja Sêşemî 5ê Reşeme, çalakvanekî jîngeparêzî yê Kurd yê bi navê “Dana Semedî”, xelkê bajarê Merîwanê, bi danîna barimteyê li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Sineyê hate azadkirin.

Ew çalakvanê jîngeparêzî, di heyama binçavkirina xwe de ji “destpêregihîştina bi parêzer û çavpêkevtin digel malbata xwe”, hatibû bêparkirin.

Ew welatiye roja Înê 19`ê Befranbarê, bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî çalakvanê jîngeparêzî de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.