Dana Mamqadirî bi sedema teqeya hêzên ewlehî hat birîndarkirin

18:11 - 18 Çirriya pêşîn 2022

Êvareya roja Şemî 23`ê Rezberê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Dana Mamqadirî” xelkê bajarê Mehabadê, li meşa serkutkariya kombûnên nerizayetî yên wî bajarî, bi sedema teqeya hêzên ewlehî hat birîndarkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatî digel birayê xwe “Fayeq Mamqadirî” û “Mesûd Ferecizade”, di maşînê de dibe ku hêzên ewlehî li şeqama “Îsti`qlal”, destpêka şeqama “Hesenzade”, belediya rawestanê bi wan re didin, lê berî sekinandina maşînê, ji aliyê hêzên ewlehî ve dikevine ber teqeyê.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Dana Mamqadirî” bi sedema berkevtina du gulleyan, dest û lingê wî birîndar bûne û bona tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.

Ajansa “Kurdpa”yê roja Duşemî 25`ê Rezberê, raporek li derheq birîndarkirina “Fayeq Mamqadirî”  û “Mesûd Fereczade”, belav kiriye.