Dalaho/ Jinek temen 50 salî hat qetilkirin

18:06 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Yekşemî19`ê Pûşperê welatiya bi navê “Golçîmen Necefî” temen 50 salî û keça Ebdula û xelkê bexşa Gehwarê ya ser bi bajarê Dalahoyê, ji aliyê hevjînê xwe ve bi awayek dirindane hat qetilkirin.

Yek ji xizimên nêzîk yên Golçîmen Necefî ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye: Êvarêya roja Şemî 18`ê Pûşperê, Golçîmen Necefî ,ji aliyê hevjînê xwe ve bi sedema nebûna avê li malê de, bi lêxistinê hatiye qetilkirin.

Herwisa vê çavkaniyê zêde jî kiriye ku: Golçîmen Necefî 34 salan berî niha li ser rizamendiya xwe digel Elî Rezayî zewicîbû û hevjînê wê bi hinceta ku zarokên kur çê nedibûn hertim Golçîmenê dixist.

Vê çavkaniyê ev yek jî daye zanîn: Elî Rezayî piştî qetilkirina Golçîmenê, termê wê, 2 kîlometran dûr ji rêya gundê “Banî Bîd” cihê rûniştana xwe biriye û ragihandiye ku hevjîna wî di bûyera qezaya tirafîkê de canê xwe ji dest daye.

Herwisa vê çavkaniyê ragihandiye: Polîsê trafîkê û karnasên naveda peywendîdar piştî serdana cihê bûyerê û encam dana lêkolînên karnasî îlankikirin ku, Golçîmend Necefî di bûyera trafîkê de canê xwe ji dest nedaye ji ber ku hatiye qetilkirin.

Golçîmen Necefî xwediyê sê keçikan e û her sê ji wan jî jiyana hevpar pêk anîne.

Heta niha Elî Rezayî hevjînê Golçîmen Necefî nehatiye destbiserkirin û ev serbest e.

Herwisa rêûresima bi axê spartina Golçîmen Necefî li gundê Miwalî Necef yê girêdayî bajarê Serpêla Zehawê birê ve çû ye.