DAÎŞ bû 1 salî/ 2822 pêşmerge û gerîlayan jiyana xwe ji dest dane

14:52 - 28 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Navendên hikûmetî yên Herêma kurdistanê nemaze wezareta Pêşmerge bi hindek sedem, hejmara cangoriyên hêzên xwe yên şerê qaşoyî DAÎŞ, eşkere nakin.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa,Buhar Ebdu-Rehman nûnera parlamentoya Başûrê Kurdistanê di civîneke rojnamevanî de, hejmara pêşmergeyên ku li şerê dijî rêxstina çekdar a DAÎŞ (Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam) jiyana xwe ji dest danî yan birîndar bûnî aşkere kir.

Buhar Ebdu-Rehman, ji ajansa nûçegihaniya “Anadol” re gotiye:“Destpêka şerê DAÎŞ`ê heya niha ku bi êrîş li ser Mûslê destpêkir, nêzî 1600 pêşmergeyan şehîd bûne.”

Wî endamê Komîsyona Karûbarên Pêşmerge û Şehîdên Parlamentoya Kurdistanê di berdewamiya axaftina xwe de bîrîndarbûna 6 hezar pêşemrgeyan jî piştrast kir û viha pêda çû: “Rexma alîkariyên welatên derekî bo hêzên Kurdî, lê ew çek û alavên teqîner bersivdêrên hêzeke wek DAÎŞ`ê nînin.”

Hevdem li gel vê yekê Mihemed Osman, endamekî Kurd yê parlamentoya Îraqê jî, li Facebooka xwe de hejmara kuştî û birîndarên pêşmerge û gerîlayan ku li Sûriye û Îraqê jiyana xwe ji dest danî diyar kir. Gor vê çavkaniyê 2 hezar û 822 hêzên Kurdî ku li wan 90 kes endamên YPG û YPJ ne, jiyana xwe winda kirine.

Bi gotina Mihemed Osman, zêdeyî 70 şehîdên hêzên Kurdî ji fermandarên payebilind ên leşkerî bûne.

Di şerê hember DAÎŞ`ê de,Yeketiya Nîştimanî a Başûrê Kurdistanê (YNK) jî, nêzî 1600 endamên xwe di eniyên şer de, ji dest dane.