Dagîrkirina Balyozxaneya Amerîka, Ji Duh Ve Heta Îro

10:42 - 5 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Piştî derbazbûna 32 salan bi ser dagîrkirina balyozxaneya Amerîka li Tehranê, bandor û encamên wê niha jî li ser xelk û hikûmeta Îranê diyar e.
Di rojên han de bû ku xwendekarên alîgirê rêbaza îmam bi êrîş kirin bo ser balyozxaneya Amerîka, karmendên wê balyozxanê bo heyamê 442 rojan destbiser kirin û eva jî bû sedema têkçûna pêwendiyên navbera Îran û Amerîka. Karek ku Ayetulah Xumeynî ew dem wek şoreşa duhem bi nav kir.
Piştî vê rojê heta niha Amerîka her sal durpêçên nû yên aborî dixwe ser Îranê û hewla dûrxistina Komara Îslamî di civakên navnetewî de dide û belge û dekomentên berdest vê yekê nîşand didin ku Amerîka di vê karê xwe de serkevtî bûye.

Ji destpêka sala 1979-an heta niha ji xeynî çend salan nebe, Komara Îslamî ya Îranê di hemû salên din de ji aliyê Şêvra Mafê Mirovan ya ser bi Netewên Yekbûyî ve weke binpêkerê mafê mirovan tê mehkûm kirin û di derkirina biryarnameyên han de bê şik Amerîka xwedî rolek herî zêde bûye.

Di vê derbarê de Ehmed Elewî karnasê aborî û mamostayê zanîngehê di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka de got: “Girtina karmendên balyozxaneya Amerêka li Tehranê bû sedema bê hitbarbûna Komara Îslamî ya Îranê di asta navnetewî de û eva jî bûye sedema jêrdehatina çalakiylên îstratejîk ên navnetewî di Îranê de.

Piştî ku civaka navnetewî çalakiyên etomî yên Îranê wek çalakiyek ne ron û veşartî ragihand, asta zext û givaşan bo ser Îranê zêdetir bûne û di vê derbarê de 4 biryarname derheq mehkûmkirin û durpêçkirina Îranê ji aliyê Saziya Netewên Yekbûyî ve hatine pejirandin ku heta niha nekariye pêşî ji çalakiyên Îranê derbarê bernameyên wê yên etomî bigire.

Di van rojên derbazbûyî de ku hevdem e ligel salroja dagîrkirina balyozxaneya Amerîka li Îranê, komîteya pêwendiyên derve ya Meclîsa Nûnerên Amerîka pêşnivîsek pejirandiye ku pêka wê, durpêçên derbarê beşa aborî û hêzê “Energy” dê zêdetir bin ku danîna pîlana terorkirina balyozê Erebistanê li Waşîngonê yek ji sedemên sereke ên durpêçên han hatiye ragihandin.

Huward Bîlmen û Îlna Litînin ji endamên Meclîsa Nûneran ku ji darêjerên sereke ên durpêçên ser Îranê ne ji nûçegihaniya navnetewî re gotine ku dewleta Îranê dahata beşa wuze anku “Energy” bi awayek rasterast di çalakiyên etomî û terorîstî de bikar tîne.

Herwiha çend rojan beriya niha Serokkomarê Amerîka û Ferasnse û sSerok Wezîra Almanê ku ji bo beşdarîkirin di Grûpa 20 li Parîsê de amade bûn, li ser pêkanîna zextên zêdetir bo ser Îranê tekez kirin.

Di vê navberê de rojnameya Gardian di raporekê de ragihand ku Arteşa Berîtaniya ji bo piştevanîkirin ji Amerîka derbarê egera êrîşkirin bo ser Îranê, xwe amade dike. Nûçeyek ku hevdem ligel taqîkirina mûşeka Balistîk dûravêj ya Îsraîlê tê weşandin.

Herwiha çend rojan beriya niha, Berdevkê Wezareta Berevaniya Îtaliya ragihand ku Arteşa Îsraîl û çend welatên din di binkeya leşkerî ya Disîmo Mano de çalakiyên leşkerî ên hevbeş bi hev re destpêkirine.

Di vê derbarê de rêberê olî û siyasî yê Komara Îslamî ya Îranê bas ji eşkerekirina 100 dekomet û belgeyan dike ku li gor gotinê wî dibe sedema rûreşbûna Amerîka di asta navnetewî de û îlan kir ku em dê bi vê karê hetka Amerîka bibin.

Elî Ekber Salihî Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê di serdana xwe ya bo welatê Lîbî, amadebûna welatê xwe bo berevaniya leşkerî li hember Îsraîlê ragihand.

Pirsiyara sereke li vir eva ye ku piştî derbazbûna 32 salan bi ser dagîrkirina balyozxaneya Amerîka û deiya şandina şoreşê bo welatên din, niha rewş û zirûfa siyasî û navnetwî ya Îranê di çi astek de ye û diviya em li benda destavêtinê welatên biyanî ên weke Lîbî di Îranê de bin.