Dadgehî kirina 5 xebatkarên xwendekariyê Kurd li Merîwan

19:36 - 1 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: 5 xebatkarên Kurd yên xwendekariyê ji xelkê Şarê Merîwan ji aliyê dadgeha şorişa şarê Merîwanê hatin dadgehî kirinê.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja Duşem,8ê Rezber 5 xebatkarê xwendekarî bi navên “ Mohemmed Konepoşî, Soran Danişwer, Xalid Ehmedî, Saman Mehmûdî û Dawûd Qesîmî” li şarê Merîwan hatin dadgehî kirinê.

Yekik ji Kurdên xebatkarên xwendekariyê ji şarê Merîwan bi nûçegihaniya Kurdpa ragihand, dadgeha şorişa şarê Merîwan , bi gelemper van xebatkarane bi tometên” hewldan dijî tenahiya netewî û endametî li partên Kurd yên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îran” dadgehî kirine.

\"15739.jpg\"
5 xebatkarên Kurd yên xwendekariyê ji xelkê Şarê Merîwan ji aliyê dadgeha şorişa şarê Merîwanê hatin dadgehî kirinê.
Ew xebatkarê xwendekariyê basa hindê jî kir, her yek ji van 5 xebatkaran li dema kêmtir ji 10 deqan de hatin dadgehî kirin û biryare li 2 rojên din de , hukmê dadgeha van re rabigihînin.

Ev 5 xebatkarê xwedndekariyê li heyva Rêbendana sala borî ji aliyê hêzên asayişê hatibûn girtin.

Li 10ê Rêbendan “ Dawûd Qesîmî” kurê Qadir xwendekarê karnasiya zanista sosyolojiya zanîngeha azada Tehran, “ Saman Mehmûdî” kurê Husên xwendekarê karnasiya bilinda zanîngeha Ormî, “ Soran Danişwer” xwendekarê zanista şarzaiya zanîngeha Kurdistan, “ Mohemmed Konepûşî” kurê Elî xwendekarê zanîngeha Ormî” ji aliyê hêzên asayişa hukûmeta islamiya Îranê hatibûn girtin û paşî 1 heyv ragirtin li dezgeha ewlehiya Merîwan, bi rewşa demî berdabûn.