DADGEHÊ NEHÊLA “KCK”Î BI KURDÎ BIAXIVIN

14:39 - 13 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Dadgeha gumanlêkiriyên doza KCK’ê nehêla ku ew girtî, bi Zimanê Kurdî berevaniyê ji xwe bikin.

Li gor Nûçegihaniyên fermiye Hukûmeta Turk, Dadgeha runiştina ji bo derkirina Hukma girtiyên doza KCK’ê izna viya neda ku gumanlêkirî bi Kurdî qise bikin.

Li gor zanyariyan, ev girtî rzaî nebûn ku bi Turkî bipeyivin û seva wê Yekê jî Parêzerê wan, ji wan re verger anî.

Li gor Yasaya niha a Turkiye, her kesek dikare li Dadgehê, bi Zimanê Kurdî berevaniyê ji xwe bike lê ev Yek nayê cî bicîkirin.

Her wis dema ku parêzer ji Dadwer dipirse çi ma ewna nabe bi Zimanê Kurdî bipeyivin, Dadwert dibersivîne: di peymana Lozanê de hatiye ku Mafê qisekirin bi kurdî li şûnên fermî çi nînin.