Dadgehê cezaya 15 meh girtîgeha Teizîrî li ser Serdar Alanî de sepand

17:13 - 30 Çirriya pêşîn 2021

Welatiyekî Kurd ê bi navê “Serdar Alanî”, kurê Luqman” û xelkê gundê “Sîngan” ê ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê dadgeha şoreş ya wî bajarî ve, 15 meh girtîgeha teizîrî li ser hate sepandin.

Dadgehê tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê”,bi wî welatiyî daye û ew cezaye roja Sêşemî 4`ê Xezelwerê, bi navbirî re hatiye ragihandin.

Roja Dûşemî 25`ê Gelawêjê, hêzên ewlehî yên ser bi Îtla`ata Spahê li xalên vekolîna rêya di navbera gundê “Sîngan” û bajarê Şinoyê de, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ew welatiye binçavkirine.

Roja Dûşemî 1`ê Xermananê, Serdar Alanî, bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî, bi awayê demkî heya dema dadgehîkirina wî ji girtîgeha bajarê Şinoyê hate azadkirin.

Navbirî xwediyê birvanameya kiştûkalê ye.