Dadgehê biryara xwe bo “Mujgan Kawûsî” ragihand

19:02 - 16 Adar 2020

Dadgeha pêdaçûn a parêzgeha Mazenderanê nerizayetî û dakokiya “Mujgan Kawûsî”, nivîskar û çalakvana Kurd a Yarisanî bi parêzeriya “Mistefa Nîlî” red kiriye û biryara dawî di ser wê çalakvana Yarisanî de sepand.

Di wê derheqê de Mujgan Kawûsî, li ser rûpela xwe ya Înistagramê nivîsiye: “Dadgeha pêdaçûnê, daxwazkariyên Dozgerê Giştî û înqilaba bajarê Newşehrê bi biryara rewa zaniye”.

Ew çalakvana Yarisanî nivîsiye: “Herwisa cezaya hepsiyên ku bi piropagendeyên dijî nizamê hatine girtin, li şeş mehan bo heft meh û nîvan, handana xelkê bona têkdana nezma giştî li 30 mehan bo 36 mehan hatiye guherîn. Cezaya hepsiyên ku bi tohmeta endambûn digel girûpên dijberî hikûmetê her wekî xwe 33 meh e û bi vê hesabê, berhevkirina cezayê hepsîbûna min ji 69 mehan kirine 76.5 meh û herwisa cezayên giran ku berê li cihê endambûn di partiyan de bûye, niha cihê xwe daye handana xelkê bi dijayetîkirina hikûmetê.

Ew nivîskara Kurd ragihandiye: “Ji berku pêka yasaya berhevkirinê, cezayê herî giran tê cîbicîkirin, cezayê girtina min ji 33 mehan bû bi 36 mehan, wate bi 3 salên tewaw hate guherîn”.