Dadgeha welatê Danmarkê penabereka Kurd bi mehekê girtîgeh ceza da

17:48 - 2 Nîsan 2022

Roja Înê 12`ê Xakelêweyê, dadgeha “Hêlrûd” a welatê Danmarkê cezayê yek meh girtîgehê bo penabereka Kurd a bi navê “Qedemxêr Heqanîzade” birî.

“Sîrûs Ezîzîzade” hevjînê “Qedemxêr Heqanîzade” di vê derheqê de bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihand: “Dadwerê wê dadgehê ragihandiye ku hevjîna wî heta dema amadekirina endamên malbata xwe bona dîportkirina wan bo Îranê, divê li cem polîsê welatê Danmarkê bimîne”.

Navbirî herwisa ragihand: “Tevî vê ku xelkê welatê Danmarkê li derheq vê pirsê bertekên micid ji xwe nîşan dane, lê ew dixwazin malbata min dîport bikin.

Roja Sêşemî 9`ê Xakelêweyê, “Qedemxêr Heqanîzade” piştî 6 sal jiyan li welatê Danmarkê, bi sedema retkirina daxwaza penaberiya wê ji aliyê me`imûrên wî welatî ve bi awayek nebaş ji hevjîn û zaroka wê ya yeksalî cuda kirine û digel du zarokên wê yên din bo balafirxaneya Kopênhagê veguhastin.

Ew penabera Kurd digel du zarokên wê bi mebesta dîportkirina wan bo Îranê bo Îstanbolê veguhastin û piştire bi sedema nepejirandin û xwînberbûn di encama xwekujiyê de, piştî çend demjimêran bo welatê Danmarkê hatine zivirandin.

“Qedemxêr Heqanîzade” û malbata wê xelkê bajarê Serpêla Zehaw a girêdayê parêzgeha Kirmaşanê ne û meha Septembera sala 2015`an ji welatê Danmarkê daxwaza penaberiya siyasî kiribû ku piştî 6 salan jiyan li wî welatî daxwaza wan hate retkirin.