Dadgeha Şoreşê bona azadkirina “Mihemed Muradî” daxwaza barimteya 8 milyard Tumenî dike

17:50 - 1 Adar 2022

Dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê bona azadkirina demkî ya girtiyek ê siyasî yê Kurd ê bi navê “Mihemed Muradî” xelkê gundê “Qebrahisên” a girêdayê bajarê Pîranşehrê, daxwaza barimteya 8 milyard Tumenî dike.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, roja Yekşemî 8`ê Reşemê, kombûna dadgehîkirina wî girtiyê siyasî piştî retkirina cezayê wî li dîvana bilind a welat, ji rêya vîdiyo konfiransê, li taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê hatibû li dar xistin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Di heyama çend rojên bê de, “Mihemed Muradî” dê ji aliyê dadgeha Şoreş ve bê ceza dan û dadgehê bona azadkirina demkî ya wî girtiyê siyasî, daxwaza barimteya 8 milyard Tumenî dike.

Cezayê “Mihemed Muradî” bi sedema kêmasiyan li lêpirsînan, ji taya 34 a dîvana bilind a welat ve hate hilweşandin û dosiya navbirî bona gengeşeya dubare bo ku di destpêkê de ew cezaye bi ser “Mihemed Muradî” de sapandibû wê dadgehê hate şandin.  

Ew welatiye bi tohmeta “muharibe” ji rêya endambûn li yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê, ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Mihabadê ve, bi 40 sal girtîgeh û dûrxistin bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatibû cezadan.

“Mihemed Muradî” berê endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bûye û meha Xermanana sala 1396`an li sînorê “Kêlê” ser bi bajarê Serdeştê zivirîbû bo Îranê.

Navbirî piştî zivirîn bo Îranê, ji aliyê hêzên ewlehî yên girêdayê Îtila`ata Spahê ve hatibû binçavkirin û bona lêpirsînê bo girtîgeha Îtila`ata Spaha Pasdaran li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew welatiye piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînan ji girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê, di destpêkê de bo girtîgeha navendî ya wî bajarî û piştre bo girtîgeha Nexedeyê hatibû veguhastin.

Ew welatiye 35 salî ye û xîzandar û bavê du zarokan e û niha li girtîgeha bajarê Nexedeyê hatiye ragirtin.

Êvareya roja Yekşemî 21`ê Rezbera sala 1398`an, du birayê “Mihemed Muradî” yên bi navên “Ebdullrehman û Sadiq Muradî” li sînorê “Kotran” ê ser bi bajarê Pîranşehrê, li dema kolberiyê bi teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran hatibûne kuştin.