Dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê, 15 sal heps bi ser welatiyekî de sepand

18:13 - 8 Tebax 2020

Welatiyekî xelkê bajarê Urmiyê yê bi navê “Hemîd Ebdî”, ji aliyê dadgeha şoreş a wî bajarî ve bi 15 sal hepsa te`izîrî hate cezadan.

Pêka rapora Nûçegihaniya “Hêrana”yê, ew cezaye di dawiya meha Pûşper a îsal de, bi wî welatiyê re hatibû ragihandin û ew cezaye ji aliyê taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê ve, bi serokayetiya dadwer “Elî Şêxlû”, bi ser navbira de hatiye sepandin.

“Hemîd Ebdî” bi tohmeta “hewldana dijî asayîşa netewî” ji rêya “Endambûn û alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijî hikûmeta Îran”ê, bi 15 sal hepsê hatiye cezadan.

“Hêrana” di wê raporê de eva jî got, ku “Hemîd Ebdî” di payîza sala 1398an de, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û her di Befranbar wê salê de, piştî dawî pê hatina heyama lêkolîna wî, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heya dema dadgehîkirinê hatibû azadkirin.

Pêka wê raporê, “Hemîd Ebdî” di meha “Banemer” a îsal de hatiye binçavkirin û piştî heyamekê bo girtîgeha bajarê Urmiyê hate veguhastin û ji wê demê ve heya niha, di bendên 1-2 a wî girtîgehê de hepsî ye.

Hemîd Ebdî, temen 40 salî û xîzandar e.