Dadgeha Ormî welatiyik Kurd bi sêdarê mehkûm kir

12:38 - 4 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: Welatiyik Kurd ji xelkê şarê Ormî, ji aliyê dezgeha dadweriya hukûmeta islamiya Îranê de hukmê bi sêdaredanê jêre birîn.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa ûserekaniyik agadar; welatiyik ji xelkê Ormî, bi tawana “ kirîn-firotina narkozan” hatibû girtin. Ji aliyê dadgeha vî şarî de hukmê bi sêdaredanê jêre birîn.

Kerem Keleşî, kurê Elî, 45 salî runiştiyê taxa Sipaha şarê Ormiyê, ku bi gotina serekaniyik agadar, li rojên borî de li sedem plana hêzên ewlehiyê de, hukmê bi sêdaredanê jêre birîn.

Serekaniya vê nûçê eşkere kir; ajanên ewlehiyê, ku bi dom li rewşa kirîn-firotina nakozan dene û li demik ku 6 Kg narkoz bi vî welatiyî dabûn ji wan re biraguhoze, lê ji aliyê hêzên intizamî de hate girtin.

Serekaniya nûçê ew ji got: hêzên ewlehiyê, wan narkozan ku li ciyên din yê Îranê de zewt dikin, bi rewşik pilan darêtî li herêmên Kurdistanî li nawa lawan de bi taybet bela dikin.

Tê gotin; kerem Keleşî xwedê jin û babê 6 zarokane, ku ji aliyê wan hêzan de bi pêşniyar kirina dirafik zaf ji rê derxistine.