Dadgeha Bokan xebatkara Kurd bi 2 sal hews mehkûm kir

12:16 - 18 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: jine xebatkara ji xelkê şarê Bokan paşî 5 heyvan ji girtin, ji aliyê dadgeha şarê Bokan bi 2 sal hewsa teizîrî hate mehkûm kirinê.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Mukriyan, Şehîn Bayezîdpûr, endama xola 2a şoraya şarê Bokan, ji aliyê dadgeha inqilaba şarê Bokanê 2 sal hewsa teizîrî jêre birîn.

Çehîn Bayezîdpûr li 17ê Pûşpera îsal de li şarê Bokan, ji aliyê hêzên ewlehiya sipaha pasdarana vî şarî hat girtin û paşî 12 rojan bi dezgeha ewlehiya şarê Ormî, hate ragihastinê.

Şehîn Bayezîdpûr niha li girtîgeha şarê Mihabadê hatiye ragirtin, heya dema weşîna vê nûçê, sedema girtina navbirî ron nebûye.

ev endama pêşde ya şoraya şarê Bokan, yekik ji xebatkarên çaristanetî û her wisa yekik ji damezrînerê encumenê Kemendamanê vî şarî bûye.