Dadgeha Bilind Ya Îranê Biryara Îdamkirina Zarokek Jêr Temen 18 Saliyê De Pejirand

12:13 - 19 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Dadwerê Taya Şeş a Dadgeha Bilind ya Welat li Îranê biryara îdamkirina zarokek jêr temen 18 saliyê bi navê Şayan Omîdî xelkê bajarê Gîlanê pesend kir.

Şayan Omîdî zarokê jêr temenê 18 saliyê ji aliyê dadgeha bilind ya welat bi tawana kuştina endamên malbatekê li bajarê Gîlanê bi vê sezayê hatiye mehkûmkirin.

Li gor rapora nûçegihaniya Haran, Şayan û hevalek wî bi navê Secad bi armanca dizîkirin diçine malekê li Gîlanê û di encam de sê kes ji endamên vê malbatê bi navên Ferzad Omîdî, Sarbe Dadaşzade û pirham Omîdî dikujin û hinek pere bi xwe re dibin.

Ferzad Omîdî yê hatî kuştin mamê Şayan Omîdî ye.

Şayan Omîdî li dema encamdana vê tawan li sala 2010-an de li temenê 16 saliyê de bû.

Hikûmeta Îranê yek ji wan welatan e ku biryara darvekirina kesên bin temenê 16 saliyê pesend diket û rêve dibe.

Li gor madeya 37 ya peymannameya mafê zarokan, tu zarokek nabe were îşkencekirin yan bikeve bin givaşa ruhî û hundurî ve û nabe biryara îdam û zîndana berdewam li ser zarokan rêve here. Peymannameyek ku Îran bi xwe jî ew îmza kiriye.