Çiyavanên Kurd karesata kîmyabarana Serdeştê bîr anîn

13:34 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Hejimarek Çiyavanên Kurd yên Kurdistana Îranê li salvegera bîranina kîmyabaran kirina bajarê “Serdeştê” û jibo bîranina qurbaniyên vê karesatê çiyayê Helgurd da serkevtin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, pitir ji 70’ê çiyavanên bajarên Serdeşt, Pîranşehr,Şino, Bane û çend bajarên dine yên Kurdistana Îranê li salvegera kîmyabaran kirina bajarê “Serdeştê” serdana çiyayê Helgurd kirin û piştî gihîştin bi sere çiya, bi çendî çalakiyan Şehîdên vê karesatê bi bîr anîn.

yek ji çiyavanên pişikdar bi ajansa nûçegihaniya kurdpa ragehand, Em bi diruşma “Na jibo çekên Komkuj, belê jibo aştî” ew şehîd û qurbaniyên vê bûyerê bi bîr anîn.

Li heman demê de çiyavaên Kurd daxwaz ji Kurdên başûr kirin ku jibo bîranina salvgera karesata Serdeştê û bîranina 130 Şehîd û 100000 birîndarên vê karesatê çalakiyan li dar bixin.

Berwar 7’ê meha tîrê (28 hezîranê) salroja kîmyabarana bajarê Serdeştê (li rojava Îranê) ji aliyê balafirên Rejîma Be\'s ya Iraqê ve ye. Di encama êrişa kîmyawî ya Rejîma Be\'se Iraqê ser bajarê Serdeştê de 110 kes şehîd bûn û 5 hezar kes jî birîndar bûn.

Berova vê cinayeta hovane civatên cîhanî tu karek di warê girtina pêşiya vê cinayetê nekirin. balafirên Iraqê 7-8 meha Tîra 1366 H.Ş (27- 28 hezîrana) bi bombeyên kîmyawî 4 navçên qelebalix yên bajarê Serdeştê kirin hedefa xwe û jin û zarok û xelkê vî bajarî dan ber bombeyên kîmyawî. Kîmyabarana bajarê Serdeştê êrişa herî hovane bû ku gelek şop û şûnên negatîv bixwe re anîn.

Di encama êrişa kîmyawî ya Rejîma Be\'se Iraqê ser bajarê Serdeştê de 130 kes şehîd bûn û 100000 hezar kes jî birîndar bûn, mixabin hela jî hin kes ji xelkê birûmete bajarê Serdeştê êş û kullên birînên vê kîmyabaranê dikşînin. Berova vê cînayeta hovane civatên cîhanî tu karek di warê girtina pêşiya vê cinayetê nekirin û heta Rejîma xwînmêje Sedam rexne jî nekerin û wek berê li hemberê vê bûyerê bêdeng man.
\"13640.jpg\"

\"13641.jpg\"

\"13642.jpg\"

\"13643.jpg\"

\"13644.jpg\"

\"13645.jpg\"

\"13646.jpg\"

\"13647.jpg\"

\"13649.jpg\"

\"13650.jpg\"

\"13651.jpg\"

\"13652.jpg\"

\"13654.jpg\"

\"13657.jpg\"

\"13656.jpg\"

\"13655.jpg\"

\"13658.jpg\"

\"13653.jpg\"

\"13666.jpg\"

\"13667.jpg\"

\"13668.jpg\"

\"13669.jpg\"

\"13670.jpg\"

\"13671.jpg\"