“Çiya Aqabeygpûr” bo girtîgeha bajarê Bokanê hate veguhastin

17:12 - 26 Kanûna Paşîn 2022

Roja Sêşemî 5`ê Rêbendanê, welatiyê Kurd yê bi navê “Çiya Aqabeygpûr”, kurê Ehmed Xelkê gundê “Rehîmxan”a girêdayî bajarê Bokanê, bona cîbicîkirina cezayê wî, navbirî bo girtîgeha wî bajarî veguhastin e.

Ew welatiyê Kurd ji aliyê dadgeha Şoreşa bajarê Bokanê, bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê”, bi yek sal û du meh heps, 70`ê derbên kamçî û dana 30 milyon Tumen pere hatibû cezakirin.

Roja Duşemî 15`ê Xermananê, “Çiya Aqabeygpûr”, bi danîna barmteyê, li yek ji girtîgehên ewlehiyê ên bajarê Urmiye de, hatibû azadkirin.

Ew welatiyê Kurd, di heyama binçavkirinê de, ji mafê “destpiragihîştin bi parêzer” û “hevdîtina digel malbata xwe” hatibû bêparkirin.

Roja Pênçşemî 7`ê Gelawêjê, hêzên ewlehiyê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî êrîş li ser mala wî welatiyê Kurd kiribûn û navbirî bi tohmeta “alîgirîkirina digel yek ji partiyên Kurd ên dijberên hikûmeta Îranê”  binçav kiribûn.

 Hêzên ewlehiyê, ew welatiyê Kurd piştî binçavkirinê, bo lipêrsînê bo yek ji girtîgehên ewlehiyê yên bajarê Urmiye veguhastibûn.