Ciwanro: Mamoste Sêyfola Husêynî ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin

16:11 - 13 Kanûna pêşîn 2022

Mamoste Sêyfola Husêynî, pêşnimêjê mizgefta Xatem El_Embiya ya bajarê Ciwanroyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û ti zanyariyek li derheq qedera wî ber dest tune ye.

Serêspêdeya roja Sêşemî 22`ê Sermaweza 1401`an a Rojî, hêzên ewlehî êrîşî ser mala wî mamosteyê olî kirin û bi tundûtîjî ev binçav kirine.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî, dema êrîşkirina ser mala mamoste Sêyfola Husêynî destê Xatûn Qadirî hevjîna wî mamosteyê olî şikandine û demldest ev bo nexweşxaneyê veguhastine.

Herwisa vê çavkaniyê zêde jî kiriye ku: Ev mamosteyê olî piştî binçavkirinê bo girtîgeha Spahê ya Nebî Ekrem a bajarê Kirmaşanê veguhastin e.

Her li derheq binçavkirina mamoste Sêyfola Husêynî, xelkê Ciwanroyê li hember fermandariya wî bajarî kombûn û daxwaza azadkirina demldest a wî kirine.

Mamoste Sêyfola Husêyênî endamê Mekteba Qora`ana Kurdistanê ye.