Ciwanmîr Muradî çalakvanvanê kedkarî bi 1 sal girtîgeha teizîrî hate cezakirin

19:19 - 3 Nîsan 2021

Ciwanmîr Muradî, calakvanê kedkarî û xelkê bajarê Kirmaşanê, bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê”, ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a wî bajarî ve, bi 1 sal girtîgeha teizîrî hate cezakirin.

Ew çalakvanê kedkarî, îro Şemî 14`ê Xakelêwe, ji rêya pêwendiyeke telefonî ve bo ragihandina cezaya dadgehê, bo taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Kirmaşanê hate gazîkirin û cezaya dadgeha destpêkî bi navbirî re hate ragihandin.

Taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Kirmaşanê, bi sedema belavkirina kilîpek derheq nerezayetîkirina meha Xezelwera sala 1398an ji aliyê Cewanmîr Muradî ve, ew çalakvanê kedkarî bi 1 sal girtîgeha teizîrî ceza da.

Ew cezaye piştî ragihandinê, heya 20 rojên din cihê nerezayetî û pêdaçûn li dadgehên pêdaçûn ya bajarê Kirmaşanê heye.

Roja Sêşemî 5`ê Reşeme ya sala 1399an, ew çalakvanê kedkarî, bi tohmeta “Piropagende li dijî nizamê”, bo taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Kirmaşanê hate gazîkirin û bi navbirî re ragihandibûn ku 11`ê Reşemeya sala 1399an, li taya 1 a dadgeha şoreş li bajarê Kirmaşanê amade be.

Roja Duşemî 4`ê Reşemeya sala 1399an, ew çalakvanê kedkarî, ji rêya banghêjnameyeke elekteronîkî ve, bo taya 4 a lêpirsînê, li şandina dosyaya wî bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê”, bo taya 1 a dadgeha bajarê Kirmanşanê hatibû agehdarkirin û herwisa bi tometa “endambûn li girûpên dijberê nizamê”, bêtawan hatibû naskirin.

Ew çalakvanê kedkarî, meha Befranbara sala 1399an, bi tohmeta “endambûn li girûpên dijberî nizam û piropagende li dijî nizamê”, bo taya 4 a lêpirsîna dadgeha giştî û şoreş a bajarê Kirmaşanê hatibû gazîkirin.

Herwisa roja Sêşemî 23`ê Befranbara sala 1399an, ew calakvanê kedkarî yê xelkê bajarê Kirmanşanê, bi danîna barimteya 300 miiyon Tumenî bi awayekî demkî ji girtîgeha “Dêzlava” hatibû azadkirin.

Ew çalakvanê kedkarî, roja Yekşemî 14`ê Befranbara sala 1399an bi tometa “piropagende li dijî nizamê û endambon li yek ji girûpên dijberê nizamê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Ew endamê Yekîtiya Azadî ya Kedkarên Îranê, ji aliyê kincşexsiyan ve, ji rêya telefonê ve bo cîbicîkirina pirojeyek li nêzî bajarê Kirmaşanê hatibû gazîkirin û piştî serdana cihê pirojeyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Hêzên ewlehî piştî binçavkirina wî çalakvanê kedkarî, bi destên girêdayî bo mala wî birin û dest bi vekolîna mala wî hatibû kirin.