Ciwanekî xelkê bajarê Tîkabê dawî bi jiyana xwe anî
18:56 - 1 Tebax 2020
Şeva Înê 10`ê Gelawêj, ciwanekî temen 26 salî, yê bi navê “Seidûn Sultanî” kurê “Emîn”, bi sedema pirsgirikên malbatî dawî bi jiyana xwe anî.
Ew ciwan Kurd ê xelkê gundê “Aleseqal” û rûniştiyê taxa Qerenav a ser bi bajarê Tîkabê bûye.
“Seidûn Sultanî” ji rêya xwe jidarvekirin bi sîmê berqê ve, dawî bi jiyana xwe aniye.