Ciwanekî xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin

17:46 - 4 Tebax 2022

Roja Çarşemî 12`ê Gelawêjê, ciwanek Kurd ê bi navê “Hêdî Şadîxwah” xelkê gundê “Sîngan” a girêdayî bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ev ciwanê Kurd li ser karê wî binçavkirin û piştre navbirî bo cihek nexuya hat veguhastin.

Heta niha lipeykevtina malbata wî ciwanê Kurd bo agehdarbûn ji qedera navbirî bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema gazîkirin û tohmetên ku bi dijî wî welatiyê Kurd hatinî sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.