Ciwanekî xelkê bajarê Seqizê bo derbaskirina heyama hepsa xwe bo girtîgehê hate veguhastin

16:12 - 28 Kanûna Paşîn 2020

Roja Duşemî, 7`ê Rêbendanê, ciwanekî Kurd yê bi navê “Saman Rebanî” kurê Mecîd, temen 26 sal û xelkê bajarê Seqizê, bo derbaskirina heyama hepsa xwe bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.

Ew ciwanê Kurd, sala 1396`an, digel hejmarek li çalakvanên bajarê Seqizê ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate desteserkirin û bi tohmeta “hewlda li dijî tenahiya neteweyî” ji aliyê dezgeha dadwerî a hikûmeta Îranê ve bi sê meh hepsa te`izîrî hate cezadan.

“Saman Rebanî” bi danîna barimteya 500 milyon tumenî bi awayekî demkî heya dema dadgehîkirina wî hate azadkirin.