Ciwanekî xelkê bajarê Pîranşehrê hate binçavkirin

18:59 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Yekşemî 12`ê Tîrmehê, di berdevamiya binçavkirin a welatiyên Kurd di bajarê Pîranşehrê de, ciwanekî Kurd yê bi navê “Adil Şêxe” kurê “Rehîm”, temen 21 sal û xelkê “Peswê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê ti belgeyekî yasayî ew ciwanê Kurd binçav kirine û ji qedera wî ti zanyariyek di ber dest de nîne.

Ew welatiyê Kurd bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî Hikûmeta Îranê” hatiye binçavkirin.

 “Adil Şêxe” di yek ji padiganên bajarê Meraxê de serbaz bûye.

Her di wê derheqê de, êvareya roja Şemî 11`ê Tîrmehê , welatiyekî Kurd yê bi navê “Alî Zevarî” kurê “Resûl” xelkê gundê “Mêşedê” û rûniştiyê taxa “Konexan” a bajarê Pîranşehrê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Herwisa, Roja Yekşemî 12`ê Tîrmeh, welatiyekî Kurd yê bi navê “Diyako Tara” kurê “Resûl” xelkê gundê “Kêlesîpan” a ser bi devera “Lacan” a bajarê Pîranşehrê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.