Ciwanekî xelkê bajarê Kamêranê li bajarê Ehwazê bi teqeya hêzên Întizamî hat kuştin

18:42 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Sêşemî 4ê Gelawêjê, ciwanekî temen 21 salî, yê bi navê “Sîna Zeferî” kurê “Serwer” û xelkê bajarê “Kamêran”ê bi sedema teqeya hêzên Întizamî li bajarê “Ehwaz” ê hat kuştin.

Pêka çavkaniyek agehdar, ew welatiyê Kurd di wê bûyerê de gule ber dil û navqeda wî ketiye û demldest canê xwe ji dest daye.

Wê çavkaniya agehdar daye zanîn ku: Hêzên Întizamî li bajarê Ehwazê bi bê agehdarkirina berê û bi gumana hebûna barê qaçax teqe ji wî welatiyê Kurd kiribûn.

Herwisa wê çavkaniya agehdar ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye ku, malbata Zeferî li dadweriya bajarê “Ehwaz”ê li dijî hêzên întizamî skala tomar kirine.

“Sîna Zeferî” take kurê malbata “Zeferî” bû, û du xwişkên wî hene, roja Pêncşemî 6ê Gelawêjê li bajarê “Kamêran”ê termê wî bi axa Kurdistanê hat spartin.