Ciwanekî xelkê bajarê Baneyê dawî bi jiyana xwe anî
17:07 - 23 Kanûna Paşîn 2022
Roja Înê 1ê Rêbendanê, ciwanek bi navê “Mubîn Osmanî” kurê Enver û xelkê bajarê Baneyê, dawî bi jiyana xwe anî.
Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew ciwane bi sedema canjidestdana hevalek xwe heyamek bû ku tûşî nexweşiya xemokî bibû, lewma dest avêtiye bi xwekujiyê.
Di vê derheqê de, êvareya roja Sêşemî 28ê Befranbarê, ciwanek bi navê “Zaniyar Qadirpûr” temen 20 sal û kurê Ehsen û xelkê gundê “Zawer” dawî bi jiyana xwe anî.