Ciwanekî temen 21 salî bi sedema teqîna mînê birîndar bû

12:51 - 2 Şibat 2020

Roja Şemî, 12`ê Rêbendanê, bi sedema teqîna yek ji mînên şerê Îran û Îraqê, yên bi cih manî, di devera Şûşa Ehwazê, ciwanekî xelkê Kirmaşanê bi dijwarî birîndar bû.

“Elî Muqedemiyan” berpirsê hewarhatina 115 a devera Şûş ragehand: Demjimêr 1`ê piştînîvro roja Şemî li rojavaya bendava Kerxe, mînek teqiyaye û bû sedema birîndarbûna ciwanekî temen 21 salî ê Eşayerê xelkê Kirmaşanê,

Herçiqas wî berpirsê Şûnasê, ew ciwanê Kurd ê xelkê bajarê Kirmaşanê nedaye naskirin, lê bi gotina wî, ew ciwane qulaba lingê wî jêbûye û bo tedawiyên pizîşkî bo nexweşxaneya “Nîzamî Mafî” hatiye veguhastin.

Her di vê peywendiyê de, roja Pêncşemî, 3`ê Rêbendanê, teqîna mîn li rojavaya bendav a Kerex li bakûrê Xuzistanê, bûye sedema kuştina hevwelatiyekê û birîndarbûna 3 kesên din.

Di wê bûyerê de, hevwelatiyekî 30 salî canê xwe ji dest da û herwisa du zarokên din yên temen 2 salî û 6 salî û nûciwanekî temen 11 salî jî birîndar bû.