Ciwanekî temen 18 salî bi sedema teqîna mînê birîndar bû

17:39 - 28 Nîsan 2022

Roja Çarşemî 7`ê Banemerê, ciwanekî temen 18 salî yê bi navê “Hebîb Hatemî Sînavayî” kurê Celal û xelkê gundê “Koran” ê ser bi devera Soma girêdayê bajarê Urmiyê, bi sedema teqîna mînê bi awayek dijwar birîndar bû.

Ew ciwane li nêzîk gundên “Navcihan û Exiyan” ê ser bi devera Biradost girêdayê bajarê Urmiyê, li dema çêrandina pez rastî wê bûyerê hatiye.

Ew ciwane bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya Xumêynî hatiye veguhastin û rewşa tendirustiya navbirî nebaş hatiye ragihandin.

Her di wê derheqê de, roja Yekşemî 4`ê Banemerê, serbazek ê bi navê “Adil Qurbanî” kurê Elî û xelkê bajarê Makoyê, bi sedema teqîna mînê li padigana Leşkera 28 a Bejayî ya bajarê Sineyê, canê xwe ji dest dabû.

Li gor amara tomarkirî li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, ji destpêka sala 1391`an a Rojî heta dawiya sala 1400`an a Rojî bi gelemper 402 kesên sivîl li Kurdistanê bûne qurbaniya teqîna mîn û cebilxaneyên şer yên Îran û Îraqê. (103 kuştî û 299 birîndar).