Ciwanekî Mehabadî bi danîna barimteyek giran hat berdan

15:49 - 6 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Malbata xortekî Kurd ê Mehabada rojhilatê Kurdistanê, bi riya danîna barimte(wesîqe) ya bayê 200 milyon Tûmen, azad kirina kurê xwe (bi awayekî demkî) dabîn kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, xwendekarê Kurd ê bi navê Aso Ezîzî, beriya niha bi 27 rojan ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve hatibû girtin ku di encamê de bi danîna barimteya (200 milyonî) hat azad kirin.

\"24043.jpg\"
Aso Ezîzî xwendekarê Kurd ê bajarê Mehabadê bi danîna berimteya 200 milyon Tûmenî hat berdan
Raportên gihîştî ajansa nûçegihaniya Kurdpa, îşare bi vê yekê kirin ku Aso Ezîzî di dema binçav kirin ê de, jêr eşkence û givaşên hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê de bûye.

Tê gotin navborî rîşeya zanistên siyasî li zanistgeha Peyamnûra Mehabadê de xwendîye û di çalakiyên medenî de jî pişikdarî dikir ku tometa girtina wî seba komkirina alîkariyan bo koçberên Şengal û Kobanê (heyamek beriya niha) hatiye destnîşan kirin.

Azad kirina wî xwendekarî di demekê de ye ku hîna çarenvîsa Rêbwar Kamranîpûr, xwendekarê din ê binçav kirî nehatiye zelal kirin.

Rêbwar Kamranîpûr xwendekarê Kurd ê bajarê Merîwana rojhilatê Kurdsta nê, berpirsê Encûmena edebî a “Hawrê Hewram” li Zanîngeha Peyamnûr a Sine û herwiha ser bi Encûmena kesk a çiyayê Merîwanê ye.