Ciwanekî Kurd li zanîngeha Urmiyê hate desteserkirin

21:06 - 20 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê, hevwelatiyê Kurd yê xelkê bajarê Makûyê, li zanîngeha Umriyê hate desteserkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 28`ê Cozerdana 1398`an, ciwanê Kurd yê bi navê Hemîd Bilixkanlo, temen 28 salî û xelkê bajarê Makûyê, li nêzîkî zanîngeha Urmiyê, ji aliyê hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê ve hatiye desteserkirin, û bo cihekî nediyar veguhastine.

Ev hevwelatiyê Kurd li sala 1396`an jî, bi tohmeta “encama dana çalakiyên siyasî û alîkarîkirina digel yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê” ji berdewamkirina dersxwendinê di zanîngeha Peyama Nûr de, hatibû bêpar kirin.

Her di vê derheqê de, roja Yekşemî 26`ê Cozerdana 1398`an, hevwelatiyekî din yê Kurd yê bi navê Adil Salimferd û xelkê gundê Mîrabad a girêdayî bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin û çarenivîsa wî nediyare.

Ev hevwelatiyê Kurd di dawiya Gelawêja sala 1397`an de jî, bi tawana “alîkirina digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê”, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin û piştre bi danîna barmteyeke giran hatibû azadkirin.