Ciwanekî Kurd li bajarê Banê hate desteserkirin

16:34 - 8 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Ciwanekî Kurd ê xelkê bajarê Banê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî Nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya "Kurdpa"yê, çend roj beriya niha, ciwanekî Kurd yê bi navê "Hîwa Şe`ibanî" xelkê bajarê Banê, bi bê hebûna ti belgên yasayî ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin.

Ew ciwanê Kurd piştî desteserkirina wî bo cihekê nexuya hatiye veguhastin, û di derheq çareniwîsa wî de, ti zaniyariyek ji ber dest nîne.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, heya niha li peyketina malbata "Şe`ibanî" bo agehdarbûn li çareniwîsa kurê xwe bê encam mane.

Heya dema belavbûna wî nûçeyî, li sedema desteserkirina wî ciwanê Kurd, ti zanyariyek ji ber dest nîne.