Ciwanekî Kurd ji aliyê Îtilaata Sipaha Pasdaran ve hate girtin

11:56 - 18 Kanûna Paşîn 2020

Ajansa Kurdpa: Ciwanekî Kurd ji aliyê Hêzên Îtlaata Sipaha Pasdaran ve hate girtin û pişt re bo cihekî nediyar hate veguhestin.

Li gor nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê di rojên derbasbûyî de, ciwanekî Kurd bi nave “Mihemmed Şêxkanlû” xelkê bajarê “Xoy”ê hatiye girtin û bo navenda Îtlaata Sipaha Pasdaran hatiye veguhestin.

Li gor çavkaniyek agahdar, karbidestên rejîmê ew xortê Kurd bêyî destûrnameya qanûnî binçav kirine û pişt re ew birin cihekî nediyar.

Herwiha vê çavkaniyê got: Ew ciwanê Kurd dema ku ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye girtin, rastî lêdanê hatiye û bi tundî birîndar bûye. Herwisa got ku hêzên Îtlaatê derheq rewşa wî ciwanê Kurd ti zanyarî nedane malbata wî. 

Heya niha ti zanyarî derbarê rewşa wî û cihê ragirtina wî dest neketine.