Ciwanekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

17:17 - 8 Kanûna pêşîn 2020

Roja Pêncşemî 13ê Sermawezê, ciwanekî Kurd yê bi navê “Sadiq Fethî” kurê Siqêq û xelkê gundê “Nizaz” yê girêdayê bexşa Sîrwan a ser bi bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hete veguhastin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirine.

Tevî lipeykevtina malbata wî welatiyê Kurd bo agehdarbûn ji qedera cihê ragirtina kurê xwe, hêzên ewlehî ti zaniyariyek nedane malbata wî welatiyê Kurd.

Heya dema belavkirina v nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê de hatî sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.