Ciwanekî Kurd hate desteserkirin

21:01 - 23 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Ciwanekî Kurd yê xelkê bajarê “Dîwandere” ji aliyê hêzên îtîla`atê hate desteserkirin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 28`ê Reşemehê(19`ê Adara 2019`an) hêzên îtila`atê li bajarê “Dîwandere” êrîşî ser mala hevwelatiyê Kurd yê bi navê “Mihemed Henîfî” kirin û navbirî desteserkirin.

Li gorî gotina kesên nêzîkî wî havwelatiyê Kurd, hêzên îtila`atê bi bê hebûna destûra dadgehê, navbirî desteserkirine û bo cihekî nediyar veguhastin.

Herwisa vê çavkaniyê daye xuyakirin ku, piştî çêbûna aloziyên di navbera hevwelatiyên bajarê Dîwandere, û hêzên întizamî, di dema lidarxistina rêûresima newrozê, ew havwelatiyê Kurd piştî wê aloziyê ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate deteserekirin.

Li gorî vê çavkaniyê, malbata navbirî di dema desteserkirina kurê xwe heya niha, tu zanyariyek derheq qedera kurê xwe nînin.
Heya bilavbûna vê nûçeyê, tu zanyariyek derheq qeder û cihê veguhestina wî havwelatiyê Kurd, ber dest nînin.