Ciwanekî Kurd di bajarê Urmiyê de hate binçavkirin

12:46 - 24 Adar 2020

Roja Pêncşemî, 29`ê Reşeme, ciwanekî Kurd bi navê “Mensûr Hebîbî”, kurê “Ebdulxaliq” xelkê bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên kincşexsî ve, hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin.

Hêzên kincşexsî, ew welatiyê Kurd bi tohmeta “veguhastin û ragirtina alaya Kurdistan”ê, binçavkirine.

Mensûr Hebîbî di heyama binçavkirinê de, ji aliyê hêzên kincşexsî ve rastî derb û lêdanê hatiye.

Heya niha lipeyketina malbata Hebîbî di derheq qedera kurê xwe de bê encam maye.

Herwisa li ser wê mijarê, roja Sêşemî 27`ê Reşeme, 2 ciwanên Kurd ên bi navên “Riza Osmanî û Mihemed Ubeydî” xelkê bajarê Merîwanê, di heyama rêûresma Çarşemesûriyê de, bi tohmate “daliqandina alaya Kurdistan”ê hatine binçavkirin û bo cihekî nexuya veguhastine.