Ciwanekî Kurd bo girtîgeha bajarê Neqedê hate veguhastin

16:38 - 26 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Ciwanekî Kurd yê xelkê bajarê Şinoyê, bo derbaskirina heyama hepsiya xwe, bo girtîgeha bajarê Neqedê hate veguhastin.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 4`ê Befranbarê, ciwanekî Kurd yê bi navê “Seyîd Eyûb Mûsewî” kurê Seyîd Celal û xelkê gundê “Mîrawê” ya ser bi bajarê Şinoyê bo derbaskirina heyama hepsiya xwe, bo girtîgeha bajarê Neqedê hate veguhastin.

Dadgeha şoreş ya bajarê Urmiyê, ew ciwanê Kurd bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên opozîsyon yên hikûmeta Îranê” bi 3 sal û 6 meh hepsa te`izîrî ceza dabû.

Ew ciwanê Kurd, di dawiya meha Gelawêj ya sala 1397`an de, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin û bo lêkolînê bo girtîngeha îtila`ata Spahê hatibû veguhastin.

“Seyîd Eyûb Mûsewî” piştî bi dawî anîna qonaxa lêkolîna xwe bi danîna barimteyê, bi awayekî demkî hatibû azadkirin û di heyama desteserkirin û qonaxa lêkolîna wî, ji “destpêregihîştin bi parêzer” bê pa bûye.