Ciwanekî Kurd bi hilgirtina alaya Kurdistanê hate binçavkirin

11:18 - 9 Şibat 2020

Roja Şemî, 19`ê Rêbendanê, ciwanekî Kurd yê bi navê “Emîr Mucîb” kurê “Elî” û xelkê bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hate binçavkirin.

Ew ciwanê Kurd, bi sedema wê ku alaya Kurdistanê bal bûye, li sêrêya “Sêro” li devera Soma û Biradost hate binçavkirin û bo cihekî nedîyar hate veguhastin.

Herwisa Spaha pasdaran dest bi ser maşîna kesî a wî ciwanê Kurd de girtiye.

Heya belavbûna vê nûçeyê, ti zaniyariyeke hûr li derheq qedera wî ciwanê Kurd ji ber dest nîne.