Ciwanekî Kurd bi danîna barimteyê di gitîgehê de hate serbestkirin

13:52 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Pêncşemî 16`ê Tîrmeh, ciwanekî Kurd yê bi navê “Îbrahîm Rehmanî” kurê “Ezîz” xelkê gundê “Ebasava” a ser bi bajarê Bokanê bi danîna barimteya 100 milyon tumenî di girtîgeha wî bajarê de hate azadkirin.

Ew ciwanê Kurd piştî lêkolînê di gitîgeha îdareya îtila`at a bajarê Bokanê bo girtîgeha navendî a wî bajarê hatibû veguhastin.

Êvareya roja Yekşemî 15`ê Tîrmeh, ew ciwanê Kurd bi awayekî nexuya ji aliyê hêzên ewlehî ve hate biunçavkirin û di dema binçavkirinê de, ji aliyê hêzên ewlehî ve dane îşkenceyê.

Di heyama derbasbûyî de, “Îbrahîm Rehmanî” ji aliyê hêzên îtila`at a Sipahê ve hate binçavkirin û piştre ji girtîgehê de hate azadkirin.