Ciwanekî kurd bi 4 sal hepsa te`zîrî hate cezadan

15:54 - 30 Kanûna Paşîn 2020

Dadgeha Înqilab a bajarê Ciwanroyê, cezayê 4 sal bi ser “Ebdula Ehmedî kurê Feyîzulah de sepand. Navbirî 28 sal temenê wî ye û xelkê bajarê Selasa Bawecanî ye.

Dadgeha Înqilab a bajarê Ciwanroyê, ew welatiyê Kurd bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partîyên Kurd yên Opozisyon yên dijberê hikumeta Îranê” ceza da.

Ew ciwanê Kurd, li rêketa 15`ê Banemera îsal, li Selasa Bawecanî bi tohmeta, alîkarîkirin digel yek ji Partîyên Kurd yên Opozisyon yên dijberê hikumeta Îranê, ji aliyê hêzên Îtla`atê ve hatibû desteserkirin.

Ew ciwanê Kurd, niha di girtîgeha Dêzlaw a bajarê Kirmaşanê de ye.