Ciwanekî ji aliyê Îtila`ata Urmiyê ve hate binçavkirin

11:47 - 23 Gulan 2020

Roja Çarşemî, 20`ê Gulanê, ciwanekî Kurd ê bi navê “Şehab Acî” kurê “Husên” û 23 salî û xelkê gundê “Gergul” û rûniştiyê bajarê “Neqede”yê, piştî banghêjkirina wî ji aliyê îdreya Îtila`ata bajarê Urmiyê ve hate binçavkirin.

Ew ciwanê Kurd bona lêpirsînê veguhastine bo girtîgehê û ti zaniyariyek di derheq qedera wî de ji ber dest nîne.

Di heyamên derbasbûyî de, navendên ewlehiyê çendîn caran ew ciwanê Kurd banghêj kirine û lêpirsîn digel kirine.

Heya niha, ti zaniyariyek li derheq hegera binçavkirina wî welatiyê Kurd de ji ber dest nîne.