Ciwanekî bajarê Şinoyê bi 3 sal û 6 mehan heps hate cezadan

11:40 - 24 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Dadsera giştî û înqilabî a bajarê Şinoyê, ciwanekî Kurd bi 3 sal û 6 mehan heps ceza dan.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, ciwanekî Kurd yê bi navê “Seîd Necmedîn Husênî” kurê “Musbah” û yê temen 24 salî û rûniştiyê gundê “Taçîn Avê” a ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê dadsera giştî û înqilabî a wî bajarî ve bi 3 sal û 6 mehan heps hate cezadan.

Ew ciwanê Kurde bi tohmeta “endambûn li yek ji Partiyên Kurd yên opozisyon yên hikumeta Îran” hatiye cezadan.

Ew ciwanê Kurd li meha Rezbera îsal li sînorê Serdeştê, ji aliyê hêzên îtla`atê ve hatibû desteserkirin û piştî derbasbûna 10 rojan li ser desteserkirina wî ciwanê Kurd, bi dana baritmteyê bi awayekî demkî hatibû azadkirin.